Mesrûr Barzanî daxwazekê ji hevpeymaniya navdewletî dike
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke leşkerî ya Fransî kir.
K24- Hewlêr
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî dike ku, çareseriyekê ji krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê re bibîne.
Li gorî raxuyaniyeke nivîsîngeha ragehandina Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzamî îro li Hewlêrê pêşwazî li şandeyek leşkerî ya Fransî kiriye.
Di çarçoveya civînê de, Mesrûr Barzanî daxwaz ji şandeya Fransî kiriye ku “divê (Fransa) ligel endamên din ên hevpeymaniya navdewletî, tekez li ser pirsa çareserkirina pirsgirêkên darayî yên Herêma Kurdistanê bike.”
Ji Sibata 2014an de, budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hatiye birîn, heta niha jî ew pirs nehatiye çareserkirin, derketina şerê DAIŞê û hatina hejmarek zêde ji penaber û derbideran, tevî daketina bihayê petrolê, krîzek aborî li Herêma Kurdistanê peyda kir.
Barzanî tekez kir jî ku, divê welatên hevpeyman di warê xerciyên şerê li dijî DAIŞê de alîkariya zêdetir pêşkeşî Pêşmergeyan bikin.
Di beramber de, şandeya Fransî aşkere kir ku, Parsî biniyaz e pêngavên nû bo zêdekirina alîkarî û piştgiriya Hêzên Pêşmerge biavêje.
Şandeya mêvan bi serokatiya fermandeyê fermandeya operasyonên taybet a Fransayê bû.