Mesrûr Barzanî li Şêxanê serdana Mîrê Êzidiyan kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li qezaya Şêxanê serdana Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg kir û tekezî li ser piştevaniya berdewam a hikûmetê bo maf û daxwazên Êzidiyan kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 26ê Cotmehê li navçeya Şêxanê serdana Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg kir.
Di hevdîtinê de ku Babê Şêx ê Êzidiyan, Şêx Elî Ilyas û hejmarek ji kesayetiyên olî û civakî yên Êzidî amade bûn, rewşa giştî ya civaka êzidiyan hat nirxandin û gotûbêjkirin.
Di çarçoveya hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêbendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku wê wek her car piştevanî û hevkariya maf û daxwazên rewa yên xwişk û birayên Êzidî bidomîne.
Ji aliyê xwe ve, Mîrê Êzidiyan spasiya xwe û ya tevahiya Êzidiyan pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û pêzanînên xwe ji bo helwest û piştgiriya wî ya berdewam a ji bo Êzidiyan anî ziman.