Berpirsekî payebilind ê Tevgera Goranê dest ji kar berda
Berpirsê Odeya Pêwendiyên Siyasî yê Tevgera Goranê, dest ji kar berda.
K24 – Hewlêr
Berpirsê Odeya Pêwendiyên Siyasî yê Tevgera Goranê, dest ji kar berda.
Rêxerê Odeya Pêwendiyên Siyasî yê Tevgera Goranê, Mehemed Hacî, di daxuyaniyeke nivîskî de dest ji kar berdana xwe ragihand.
Di daxuyaniyê de, Mehmûd Hacî amaje kiriye ku “Tiştê ku me ji bo xebat dikir û qurabnî da, wiha dereneket.”
Navborî diyar kir jî ku, ew dê sibe di konferanek rojnamevanî de li otêla Çarçira ya Hewlêrê, sedemên vê biryara xwe bêhtir zelal bike.
Dr. Mihemed Hacî, berê wek rêxerê devera Dukan û Badînan ê Tevgera Goranê bû. Herwiha ev ne cara yekem e ku berpirsekî wê tevgerê vekişîna xwe radigehîne.