Elmanya û Kurdistan binkeyek hevbeş vedikin

Binke ji 3 beşan pêk tê û avakirina wê dê di heyama 6 mehan de bidawî bibe.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Elmanyayê binkeyekê li Herêma Kurdistanê ava dike, têçûna wê jî 3 milyon dolar e, rayedarên leşkerî yên Herêma Kurdistanê hêvî dikin ku avakirina binkeyê di 6 mehan de bidawî bibe.

Binke dê li navçeya Bahirkê (15 KM dûrî Hewlêrê) tê avakirin. Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan, Enwer Hacî Osman, ji Wezareta Parastina Elmanyayê destyeke leşkerî, şêwirmendên Elmanî yên ku perwerdê didin Pêşmergeyan û berpirsê binkeyê Karzan Şaklaweyî beşdarî merasîmê bûn.

Li gorî texmînan binke wê bi 3 milyon dolar bê çêkirin. Berpirsê baregehê Karzan Şaklaweyî di derheqê mijarê de daxuyaniyek da got: “Wezareta Parastina Elmanyayê di çarçoveya nehiştina terorê de ji berê ve çek û şêwirmendên leşkerî dişîne Herêma Kurdistanê.  Di çarçoveya van têkiliyan de me biryar da ku bi hev re binkeyekê çêkin. Ev binke wê ji 3 beşan pêk were. Beşek ji bo perwerdeya leşkerî dê were bikaranîn. Beşên din jî ji bo çakirina wesayetên bi zirx, çakirina çek û  amadekariyan dê were bikaranîn., Hêviya me ew e ku di 6 mehan de avakirina binkeyê bidawî bibe.”

Şaklavayî behsa piştgiriyên Almanyayê bo Pêşmerge jî kir û got, “Elmanya heta niha gelek alîkariyên leşkerî ji me re şandin. Di destê hêzên me de li sengerên pêşî bêhtir tenqşikênên bi navê Mîlan ya Elmanî he ne. Lê 2 sal in ev tenqşikên tên bikaranîn. Êdî dema çakirina wan hatiye. Niha têkilî û hevkariya me bi vê baregehê xurttir dibin. Bi xêra vê baregehê êdî hemî kelûpelên xerabûyî wê bên çakirin.”