Bîlgen bersiva Erdogan û Kiliçdaroglu da

HDPê bersiva rexneyên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokkomar Erdogan ên derbarê HDPê û Selahattin Demirtaş de da.

K24 – Enqere

HDPê bersiva rexneyên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokkomar Erdogan ên derbarê HDPê û Selahattin Demirtaş de da.

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen di daxuyaniya xwe a li parlamentoyê de axaftinên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû HDP û AKPê li ser pergala serokatiyê lihevkirine wek îdiayên bêbingeh nirxand û helwêsta HDPê ya derbarê pergala serokatiyê aşkere kir.

Bîlgen got: "Wekî partî em dixwazin destûra nû li ser hêmanên azadî û pergala demokratîk a parlamenteriyê were amadekirin." Herwiha rexneyên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî di rojeva Ayhan Bîlgen de bû.

Bilgen wiha bersiv da Erdogan; "Rêgez û helwêsta me ya derbarê şer û pevçûnan de eşkere ye. Em bi tu awayî kuştina sivîlan qebûl nakin. Berevajî vê yekê ev demeke dirêj e bo dawî li şer û pevçûnan were em hewldaneke mezin didin. Gotinên birêz Serokkomar ên derbarê partiya me de bi tu awayî nayên qebûlkirin."