Li bajarên Bakurê Kurdistanê qalekol tên çêkirin
Piştî daxuyaniya Hikûmetê ku wê li bajarên Kurdan Qalekolên Taybet bên çêkirin, îdiayên balkêş derketin holê. Hat ragihandin ku wê dibistan û navendên tendirustiyê bo qalekolan werin terxan kirin.
K24 - Enqere
Piştî daxuyaniya Hikûmetê ku wê li bajarên Kurdan Qalekolên Taybet bên çêkirin, îdiayên balkêş derketin holê. Hat ragihandin ku wê dibistan û navendên tendirustiyê bo qalekolan werin terxan kirin.
Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê navendên polîsan ên ku ji aliyê ewlehiyê ve hatine xurtkirin ava bikin. CHPê bi îdiayên balkêş rexne li çêkirina van qalekolan girt û diyar kir ku hikûmet hewl dide qalekolan li şûna navendên tendirustiyê û dibistanan ava bike.
Parlamenterên CHPê ên doktor ku di komisyona tendirustiyê de cih digirin ev îdia bi bîranîn û gotin “li ser îdiayan em çûn herêmê û me li wê derê lêkolîn kirin. Piştî lêkolînan em têgihiştin ku ev îdia rast e.”
Derbarê mijarê de Parlamenterê CHPê yê Muglayê Prof. Dr. Nurettin Demir wiha axifî: “Rastiyan vedişêrin. Hewl didin ku navendên tendirustiyê bikin qalekol. Heger niha dawî li şer were jî gelê herêmê gelekî dilşikestî bûye û hindik maye were qonaxa veqetandinê. Pêdiviya gelê herêmê, bi qalekolan nîn e lê belê bi xizmet û rehma dewletê heye.”
HDP dibêje planên çêkirina van qalekolan pêdagiriya dewletê ya berdewamkirina şerê li herêmê nîşan dide û îdia dike ku biryar ji niha ve ketiye pratîkê. Parlamenterê Bîngolê yê HDPê Hişyar Ozsoy got: “Ji xwe niha ev yek di pratîkê de ye. Ne tenê navendên tendirustiyê û dibistan, herwiha nexweşxane û wargehan jî dikin mîna baregehan. Ji vê biryarê jî ev derdikeve: dixwazin herêmê bikin qada şer.”
Opozîsyon ji çêkirina qalekolan ne razî be jî hikûmet li pişt biryarê disekine û dibêje dê encamên çêkirina qalekolan erênî bin. Parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Mehmet Metiner wiha dibêje: “Heta ku neyê ceribandin encamên wê nayên zanîn. Li gorî ku rêxistina terorî gelekî ji biryarê aciz bûye, xuya ye ev rêbazeke baş e ku em ê armancekê bidest bixin.”
Li gorî biryara nû ya hikûmetê, li 8 bajar û 23 navçeyên Bakurê Kurdistanê dê qalekol werin avakirin. Paşê jî qalekolên bo 29 bajar û 120 navçeyan were berfirehkirin. Hat ragihandin ku tenê hêzên taybet dê li van kalekolan werin bicihkirin.

Parlamenterê Bîngolê yê HDPê Hişyar Ozsoy

Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Mehmet Metiner