Tirkiye: 9 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin

Xwendekarê Zanîngeha Arelê jî dibêjin ku, ew bê deng namînin.

K24- Navenda Nûçeyan

9 akademîsyenên ku îmze avêtibûn danezana bi navê “Em ê nebin hevparê vî sûcî” ji Zanîngeha Arelê hatin derxistin. 

Dr. Efe Arik, ku yek ji akademîsyenên zanîngeha Arelê ye, derbarê destnîşan kir ku mijar bû dozeke siyasî û got ku, ti bihaneyeke yasayî ji bo dûrxistina wan akademîsyenan ji kar nîne û bi van karan rewşek xirab derdikeve holê.

Mamosteyên me ne bi tenê ne.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Demokrasî û Mafên Mirovan a Zanîngeha Arelê jî peyameke belav kir û piştgirî da mamosteyên xwe. Di peyamê de amaje kirin ku lêpirsîn ji ber zexta hikûmetê ve hatine destpêkirin.

Herwiha xwendekaran di peyama xwe de anîn ziman ku: “ Em hêvîdar in ku mamosteyên me di demeke kin de vegerin zanîngeha xwe. Ku berevajî vê yekê tiştekî biqewime, em wekî xwendekarên Zanîngeha Arelê, eşkere dikin ku em ê bê deng nemînin û em îlan dikin ku li hember zanistê, ji kesên ku piştgirî didin dijminên mirovahiyê, em ê hesab bipirsin. Mamosteyên me ne bi tenê ne.

Li gor ku hatiye belavkirin, akademîsyenên ku ji kar hatine dûrxistin evin: Doç. Dr. Feryal Saygılıgil, Alk. Doç. Dr. Efe Arık, Alk. Doç. Dr Gülüm Şener, Alk. Doç. Dr. Sevinç Peker, Pydr. Prwd. İlkay Özküralpli, Pydr. Prwd. Onur Buğra Kolcu, Pydr. Prwd. Umut Şah, Pydr. Lkln. Canan Özcan