CHP, di kongreyê de paşeroja xwe diyar dike
Kongreya CHPê ya 35emîn a asayî îro tê sazkirin. Du berbijêrên serokatiyê berbijariya xwe betal kirin lê dîsan hevrikiyeke dijwar di navbera serokê heyî Kiliçdaroglu û parlamenterê Izmîrê Mustafa Balbay de heye.
K24 – Enqere
Kongreya CHPê ya 35emîn a asayî îro tê sazkirin. Du berbijêrên serokatiyê berbijariya xwe betal kirin lê dîsan hevrikiyeke dijwar di navbera serokê heyî Kiliçdaroglu û parlamenterê Izmîrê Mustafa Balbay de heye.
Bi dirûşmeya “kongreya; demokrasi, bratî û azadiyê” CHP diçe kongreyê. Di salona ku kongreya CHPê wê pêk bê de amadekarî berdewam in. Kûrsiyên salonê hatine xemilandin, alên CHPê û yên Tirkiyê li havîrodorê salonê hatine daliqandin.
Parlamenterê CHPê yê Dersîmê Gursel Erol derbarê amadekariyên salona kongreyê de çapemî agahdar kir û got: “15 hezar kes wê di nava salonê de cih bigirin û tedbîrên me yên ewlehiyê temam in. Me ji bo çapemeniyê jî qadek berfireh amade kiriye. Ji ber pevçûnên berdewam û ji ber teqîna Stenbolê em nafikrin kongreyeke gelekî bi coş saz bikin.”
Encamên hilbijartinên 1ê Mijdarê bandoreke neyênî li partiyên opozîsyonê kir. Her wiha piştî 1ê Mijdarê yek ji partiya ku pirsgirêkên navxweyî di nav de rû dan opozîsyona sereke ya CHPê ye. CHP û rêvebirina heyî di vê kongreyê de wê bikeve pêşbirkiyê, bes ligel kê?
Di nav 3 berbijêrên ku li dijî rêvebirina Kılıçdaroglu derketin de du berbijêran xwe bi paş de kişandin. Yek ji wan Muharrem Înce bû. Înce wiha dibêje: “Berbijêriya min lîstika di nav partiyê de ya demokrasiye bihêz dikir, ji ber vê jî min navê xwe paş de kişand.”
Berbijarê din Umut Oran jî derheqa paşdevekişandina berbijêriya xwe de got: “Ez berbijêriya xwe betal dikim lê min dest jê berneda, min tenê paşve da, wekî min got ez ê rojekê siyaseta qirêj biguherînim.”
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu sala 2010an, di kongreya 33emin de bi dengên 1200 delegeyan bibû serokê CHPê yê 7emin. Kılıçdaroglu piştî hilbijartinên serokkomariyê dîsa rastî nerazîbûnên navxweyî hatibû. Herwiha Kilicdaroglu, kongreya CHPê ya awarte kom kiribû. Li wir digel Muharrem Ince ketibû pêşbirkiyê û dîsa wek serokê CHPê yê giştî hatibû hilbijartin. Vê carê Kilicdaroglu bi Mustafa Balbay re wê îro qayişê bikişîne.