Telal Silo: Pisporê Amerîkayê li bendava Tişrîn hene

Di 26ê Kanûna borî de Hêza Sûriyê ya Demokratîk bendava Tişrînê ji destê DAIŞê rizgar kiribû.

K24 - Kobanê

Hêza Sûriyê ya Demokratîk ragihand ku hejmarek pisporên leşkerî yên Amerîkayê, li navendeke leşkerî ya nêzîkî bendava Tişrînê ne ku dikeve başurê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê.

Derbarê mijarê de Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk Telal Silo ji rojnameya Erebî21 re got: "Niha li navendeke leşkerî nêzîkî bendava Tişrînê pisporên Amarîkayê  hene, ew pispor di operasyonên dîjî DAIŞê de,  hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî dikin."

Telal Silo da zanîn ku Hêza Sûriyê ya Demokratîk bendava Tişrînê rizgar kirine û erkê wan e ku wê bendavê biparêzin. Berî niha komîteyên Hevahengiya Navxweyî li Sûriyê  ragihandibû ku hêzeke bejayî ya Amerîkayê bendava Tişrînê li ser çemê Firatê diparêzin, li wir dimînin û xwe ji bo şerê kontrolkirina bajarokê Minbicê ku dikeve rojavayê çemê Firatê amade dikin.

Di 26ê Kanûna borî de Hêza Sûriyê ya Demokratîk bendava Tişrînê ji destê DAIŞê rizgar kiribû.