HDP amadekariya kongreyê dike

Di navbera 23 û 24ê Rêbendanê de Kongreya HDPê ya Asayî tê sazkirin. Rêxistinên jinan jî berî kongreyê ji bo pêşniyarên nû civiyan.

K24 – Enqere

Di navbera 23 û 24ê Rêbendanê de Kongreya HDPê ya Asayî tê sazkirin. Rêxistinên jinan jî berî kongreyê ji bo pêşniyarên nû civiyan û têde Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag îdîa kir ku di warê mafên jinan de baştirîn partiya siyasî HDP ye.

Rêxistinên HDPê yên Jinan bi serokatiya Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag doh li Enqerê civiyan. Konferansê bi bîranîna jinên ku di têkoşîna mafên jinan de canê xwe ji dest dane dest pê kir.

Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag di axaftina xwe de li ser rola jinan a di siyasetê de sekini û got: "HDPê pergalek wek “hevserokatiyê” ya demokratîk avakiriye û herwiha bi vê yekê baştirîn temsîla jinan di nav qada siyasetê de tê kirin."

Piştî axaftina hevseroka HDPê, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Jinên HDPyî nêrînên xwe yên ji herêmê wergirtine wê parve bikin he wiha piştî gûftûgoyên konferansê, rêxistinên jinan, ji bo kongreya 23 û 24ê Rêbendanê wê pêşniyarên xwe amade bikin

Di hilbijartinên 1ê Mijdarê de dengên HDPê daketibûn ji sedî 10an. Herwiha piştî vê yekê nirxandina sedeman di nav rêxistinên partiyê de destpê kiribûn.