Opozîsyona MHPê îmzeyên pêwîst kom kirin

Di nav MHPê de 3 navên ku li dijî rêvebirina Bahçelî derdikevin ji bo kongreyê îmzeyên pêwîst kom kirin, 3 navên dijber; Meral Akşener, Koray Çalişkan û Sinan Ogan 543 îmze kom kirin.

K24 – Enqere

Di nav MHPê de 3 navên ku li dijî rêvebirina Bahçelî derdikevin ji bo kongreyê îmzeyên pêwîst kom kirin, 3 navên dijber; Meral Akşener, Koray Çalişkan û Sinan Ogan 543 îmze kom kirin.

Piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê di nav MHPê de aliyê opozîsyonê xurt bû, opozîsyona MHPê ya navxweyî wek sedema serneketina MHPê rêvebirina heyî nîşan da û serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî sûcdar kir.

3 navên ku ji bo serokatiya MHPê berbijêriya xwe aşkere kirin; Meral Akşener, Koray Çalişkan û Sinan Ogan sînora pêwîst ku ji 245 dengan pêk tê bi awayekî hêsan hilweşandin û bi 543 dengan mafê sazkirina kongreyê bidestxistin

543 îmze bi rêya 4parêzêr û noterekê ve radestî Navenda MHPê ya Giştî hatin kirin. Babet niha li pêşiya Devlet Bahçelî ye, heger Devlet Bahçelî li gel wan îmzeyan kongreyê pesend neke, rêya dadgehê wê vebibe. Bahçelî, beriya niha li ser dawxaza kongreyê gotibû “kê çi bêje bila bêje, kongre wê di 2018’an de pêk were.”