Li Diyarbekirê leşkerek hat kuştin

Li Sûra navçeya Diyarbekirê şer derket, leşkerek hate kuştin, 7 leşker û polîsek birîndar bûn.

K24 – Diyarbekir 

Li Sûra navçeya Diyarbekirê şer derket, leşkerek hate kuştin, 7 leşker û polîsek birîndar bûn.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku, li  Sûrê qedexeya derketina derve berdewam dike. Îro jî li pevçûnên dijwar qewimîn.

Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku, pevçûnên navçeya Sûrê ku ji duh êvarê ve dest pê kiriye, îro jî berdewam dikin û di pevçûnan de, çawîşek hat kuştin daye û 7 leşker jî brîndar bûne. 

Herwiha di şerê îro de polîsek jî bi guleya nîşangirekî ve bi giranî hate birîndarkirin û hate ragehandin, xeteriya mirina wî polîsê heye.