Encûmena Zagonsaz ya Kantona Cezîrê biryarine nû pesend dike

Encûmena Zagonsaz ya Kantona Cezîrê, di civîna xwe de xala dana hezar dolarî ji aliyê kesên ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, guhart û kir 200 dolar.

K24 – Qamişlo

Encûmena Zagonsaz ya Kantona Cezîrê, di civîna xwe de xala dana hezar dolarî ji aliyê kesên ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, guhart û kir 200 dolar.

Encûmena Zagonsaz ya Kantona Cezîrê, îro di civîna xwe ya li Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê birê ve bir û zagona “Derbasbûna Kurdên ku nasnameya biyan pê re ne ji Rojavayê Kurdistanê re, ku divê hezar dolarî bidin” guhart û ji hezar dolarî daxist 200 dolar.

Di vê derbarê de, serkirdeyê TEV-DEMê Ebdilselam Ehmed ji K24ê re ragehand, ku ji kesên ku nasnameyên biyan pê re bin, li gor zagona nû dê salane 200 dolar bidin Desteya Erkê Xweparastinê.

Ehmed got jî,“Kesên ku temenê wan di ser 40 saliyê re bin û kurdên li Bakur û Başûrê Kurdistanê dijîn, ev zagon li wan cibicî nabe.” 

Ehmed diyar kir jî, ku (Kişandina xwendekaran di dema serberiyê de) hate rakirin. Lê Ehmed derbarê kesên ku ji erkê xweparastinê li şûn mabin “Mutexelif” de eşkere kir, ku ew kesê “Mutexelif” dê 25 hezar lêreya Sûrî bide û deftera Erka Xweparastinê webigire.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), erkê xweparastinê bi leşkerya bi zor binav dike û ev yek jî dibe sedema valabûna Rojavayê Kurdistanê ji xortan.