Li dijî nivîskaran kampanya reşkirinê dest pê kir

Li Tirkiyê berhemên nivîskarên ku piştgiriya xwe bo akademisyenên aştîxwaz ragihandin hatin astengkirin.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê berhemên nivîskarên ku piştgiriya xwe bo akademisyenên aştîxwaz ragihandin hatin astengkirin. Hat xwestin ku di çalakiyên dibistanan de bangî wan nivîskarên ku bi îmzeyên xwe piştevaniya danezana akademîsyenan kiribûn neyê kirin.

Rêveberiya Perwerdeya Bajarê Stenbolê, bo mamoste û rayedarên dibistanan ên beşdarî projeya “nivîskar li dibistanan dene” bûne peyam şand. Di peyamê de hat xwestin ku ew nivîskarên piştgirî dan akademisyenan neyên vexwendin.

Di peyamê de ev hevok balê dikşîne  “lîsteya nivîskarên ku piştgirî dan terorê li jorê ye, vexwendina wan nivîskaran sûc e.”

Serokê KESKê Lamî Ozgen derbarê peyama ku tê îdia kirin hatiye şandin de agahî dan: “Bi rêya peyameke telefonê, ji hevalên me yên mamoste re hatiye şandin. Tenê ji bo mamosteyên projeyê birêve dibin hatiye şandin. Ji bo hemû hevalên me nehatiye şandin.”