Rakirina parêzbendiya parlamenteran rojev e
Li Bakurê Kurdistanê piştî ragihandina xweseriyê dosyeyên derheqê hevserokên HDPê de dîsan ketin rojevê.
K24 – Enqere
Li Bakurê Kurdistanê piştî ragihandina xweseriyê dosyeyên derheqê hevserokên HDPê de dîsan ketin rojevê. Hejmara dosyayan her diçe zêde dibe, piraniya parlamenterên ku betalkirina parêzbendiya wan tê xwestin HDPyî ne. Herwiha cih girtina AKPyiyan jî balê dikşîne.
Piştî 1ê Mijdarê bo serokatiya parlamentoyê derheqê 98 parlamenteran de 378 serlêdanên rakirina parêzbendiyê hatine kirin. Di wan dosyeyen de 48 jê di hefteya borî de gihiştin destê Komîsyona Destûra Bingehîn.
Di nav dosyeyan de navê; Serokê CHPê yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu, Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, Wezîrê Darayî Nacî Agbal jî cih digirin. Derbarê parêzbendiyan de amarên partiyan jî aşkere bûn. Bi 210 dosyayên derheqê 32 parlamenteran de HDP bû yekem partî.
Di rêza duyem de bi 119 dosyeyên derheqê 40 parlamenteran de CHP cih digire. Di AKPê de 38 dosyayên derheqê 21 parlamenteran, û di MHPê de jî derheqê 5 parlamenteran de 11 dosye hene.