Li Kobanê karkirina zarokan bûye diyarde

Ubêd 12 salî ye, berî salekê dest ji dibistana xwe berdaye û berê xwe daye kargehên bajêr, daku bixebite û alîkariya malbata xwe bike.

K24 - Kobanê

Ubêd ji çar zarokan birayê mezin e ku bavê wî bê kar e, ji ber rewşa xirab neçare ji zarokatiya xwe dûr bikeve û zû mezin bibe. Ubêd 12 salî ye, berî salekê dest ji dibistana xwe berdaye û berê xwe daye kargehên bajêr, daku bixebite û alîkariya malbata xwe bike.

Derbarê mijarê de Ubêd Ehmed ji K24ê re rewşa xwe wiha rave dike: "Ez di pola şeşan de bûm dema min dest dibistanê berda, ev saleke ez li vir kar dikim, ez tenê hezar û 500 lîreyan werdigrim û dibim mal û tenê roja înê ji xwe re dilîzim."

Dildar Ciwan Ehmed û ji bilî wan jî gelek zarok wek Ubêd ji dibistan û zaroktiya xwe dûr ketine, ev yek bûye diyardeyek, li kargeh û bazaran tê dîtin û hinek ji wan zarokan jî karê giran dikin.

Desteya Karûbarê Civakî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku sedema vê diyardeyê hejarî ye, lê rêya komîteyeke taybet hewl didin daku vê pisgirêkê çareser bikin.

Derbarê vê yekê Cîgirê Serokê Desteya Karûbarên Civakî ya Kobanê  Şervan Muslim ji K24ê re wiha axifî:  "Ew komîte bi alîkariya desteya perwerdê dê rêjeya zarokên karker destnîşan bike daku çareseriyekê ji rewşa wan zarokên karker re bibîne û mafên wan biparêz e, herwiha ji aliyê aborî ve jî alîkariya wan bike."

Gelek saziyên civakî û navendên ku rewşa zarokan a derûnî li ber çav digirtin nikarîbûn diyardeya karkirina zarokan rawestînin ya jî kêm bikin, ew diyarde jî roj bi roj zêdetir dibe.