Li Kobanê welatiyekî bi mayînê canê xwe ji dest da

Piştî bajarê Kobanê ji DAIŞê hat baqijkirin bi dehan mayînên vedayî li wê deverê li pey xwe hiştibûn, di encama teqîna wan mayînan de jî het niha bi dehan welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

K24 - Kobanê

Li gundê Kon Eftarê ser bi bajarê Kobanê yê Rojavayê, di encama teqîna mayînekê de welatiyekî canê xwe ji dest da.

Derbarê mijarê de Peymanê K24ê li bajarê Kobanê ragihand ku li gundê Kon Eftarê, bi 80 kîlometre dûrî bajarê Kobanê, mayîneke ku berî niha DAIŞê li wê navçeyê vedabû teqiya û di encam de welatiyek bi navê Eyûb Mihmed Xelef (36) canê xwe ji dest da.

Li gor peyamnê K24ê, li wî bajarî di encama wê teqînê de sê kesên din jî birîndar bûn, ew birîndar bo nexweşxaneya Kobanê hatin veguhestin.

Piştî bajarê Kobanê ji DAIŞê hat baqijkirin bi dehan mayînên vedayî li wê deverê li pey xwe hiştibûn, di encama teqîna wan mayînan de jî het niha bi dehan welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.