Li peravên Tirkiyê 423 penaber hatin girtin
423 penaberên ku di ser deryaya Egeyê re derbasî Yewnenîstanê dibûn ji aliyê tîmên peravê yên Yewnanîstan û Tirkiyê ve hatin girtin.
K24 – Enqere
423 penaberên ku di ser deryaya Egeyê re derbasî Yewnenîstanê dibûn ji aliyê tîmên peravê yên Yewnanîstan û Tirkiyê ve hatin girtin.
15 jê zarok 77 penaber, şevê din dema bi bota lastîkê ji navçeya Kaşê ya Antalyayê, derbasî Yewnenîstanê dibûn tîmên ewlekariyê yên peravê destûr neda û rê li ber wan girt.
65 penaberên din jî li navçeya Dîdîma Aydinê ber bi giravên Yewnenîstanê bi rê ketin lê di deryayê de gava botên wan binav dibû ji aliyê masîgiran ve hatin xelaskirin.
Li Ayvacika Çanakkaleyê jî 163 penaber hatin girtin. Tîmên Yewnan û Tirk operasyoneke hevpar kirin û 118 penaberên Sûriyeyî û Pakîstanî ku ji Bodruma Muglayê diçûn aliyê Ewropayê hatin girtin.