"Sala 2016ê dibe sala serxwebûna Kurdistanê"
Di van demên dawî de serxwebûna Kurdistanê bûye mijara serekî ya medya cîhanî. Mijara dewleta Kurdî ne tenê li Herêma Kurdistanê lê li hemû cîhanê tê gotûbêj kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di van demên dawî de serxwebûna Kurdistanê bûye mijara serekî ya medya cîhanî. Mijara dewleta Kurdî ne tenê li Herêma Kurdistanê lê li hemû cîhanê tê gotûbêj kirin.
Di vê çarçovê de malpera El-Cezîre ya Qeterê di beşa xwe ya İngilîzî de raporek bi navê "Will 2016 be the year Iraq's Kurds break free?" weşandiye ku Michael Piizi amade kiriye. Di raporê de wiha tê gotin: "Di meha Hezîrana 2014ê de gelek tişt li Îraqê hatin guhertin. Rêxistina radîkal a DAİŞê karî gelek navçeyên sinorê Îraqê kontrol bike. Herî berçav jî Mûsil. Rêberên Kurd ên siyasî Hêzên Pêşmerge derbasî Kerkûkê kirin û navçeyên din ê Kurdistanî ku li derveyê îdareya herêmê ne kirin armanc daku aramî û ewlekarî li wan were bihêzkirin."
Herwiha di raporê de tê gotin ku 100 sal di ser peymana Sykes-Picot re derbas bûye û rêberên siyasî yên Kurdistanê dixwazin sala 2016ê bikin sala dawîanîna li vê xiyaneta dîrokî ku li hember Kurdan hatiye kirin û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdî li Başûrê Kurdistanê rabighînin.
Rapora El-Cezîre wiha berdewam dike: "Rast e rêya gehiştina serxwebûnê bi pirsgirêk e, lê rêberên siyasî yên Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku dema herî maqûl niha ye û pêgeha Kurd bihêz e û şert û merc ji bo ragihandina dewleta Kurdî di dema xwe de ye."
Herwiha tê destnîşan kirin ku piştî êrîşên DAİŞê berpirsên Amerîkayê gehiştin vê baweriyê ku sistema federalî li Îraqê şikest xwariye û ev xal, ji aliyê Kurdan ve çend sal e tê bilêv kirin.
Tê gotin ku di vê sîstemê de desthilatdariya Bexdayê dikare ji hemû aliyen ve bihêz be, ji dahata petrolê heta siyaseta derve û rapor wiha berdewam dike: "Siyaseta parastina yekîtiya axa Îraqê ji aliyê Washingtonê ve, bandor li sexwebûna Kurdistanê kiriye, lê şerê DAİŞê xeletiyên hikûmeta Îraqê nîşanî her aliyekê dan. Herî zêde jî bo berpirsên Amerîkayê."
Michael Piizi diyar dike ku serkeftinên Hêzên Pêşmerge li hember DAİŞê rewşeke cuda afirandiye ku Kurd nêzîkê dewleta serbixwe bûne û wiha dibêje: "Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi hezaran kîlometre kare ji terorîstan paqij kirine. Niha Pêşmerge aramî û ewlekariya Kerkûk û navçeyên din ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne diparêzin."