Artêşa Tirk disan sînorê Rojava bezand

Piştî çend navçeyên parêzgeha Hesekê, artêşa Tirkiyê sînorê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê jî bezand.

K24 - Efrîn

Piştî çend navçeyên parêzgeha Hesekê, artêşa Tirkiyê sînorê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê jî bezand.

Derbarê mijarê de welatiyên gundê Hemam ser bi bajarê Efrênê yê Rojavayê Kurdistanê tekez kirin, ku Artêşa Tirkiyê 30 metreyan sînorê gundê wan bezandiye û goristana gund jî jinav birine, herwiha kel û pelên leşkerî li ser çend zeviyên çandiniyê bicîh kirine.

Welatiyên gund dan zanîn ku her şev artêşa Tirk bi armanca tirsandina wan guleyan ber bi esmanan ve berdide.

Ev ne cara yekemîne ku artêşa Tirk sînorê Rojavayê Kurdistanê dibezîne, berî niha jî li çend gundên ser bi bajarê Qamişlo, Tirbespî û Dêrikê dest bi çêkirina rêyan kiribû û navendên xwe li wan gundan ava kiribûn.