Li Sine hefteyeke çarenivîsa çalakvanekî sivîl nediyar e

Çalakvanekî sivîl ê Kurd li bajarê Sine yêk hefte berî naha ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hat desteserkirin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çalakvanekî sivîl ê Kurd li bajarê Sine yêk hefte berî naha ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hat desteserkirin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Li gor ajansa Kurdpa, Endamê Damezrêner ê Encûmena Nehikûmî ya Organa Kurdistanê Dana Hesenî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye desteser kirin û heta niha jî derbarê wî çalakvanî de tu agahiyek bidest neketiye.

Herwaha ev çalakvanê jîngeparêz li mala bave xwe hatiye girtin û bi tohmeta endambûn û peywendiyên ligel partiyekî Kurdî ya dijberê Komara Îslamî ya Îranê hatiye desteserkirin.

Li gor heman çavkaniyê, ew çalakvanê sivîl di çend mehên borî de herî kêm 3 caran ji aliyê navendên ewlekariyê we hatiye bangkirin û derbarê wî de gelek caran lêkolîn û lêpirsîn hatine vekirin.

Malbata Dana Hesenî çend car ji bo çarenûsa kurê xwe serî li saziyên dewletê dane, lê ji wan serlêdanan tu encamek derneketiye. Hefteya borî jî li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê endamekî rêxistina mamosteyan ku navê wî Selah Hûsênî ye ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû desteser kirin.