Li Silopiyê qedexeya derketina derve radibe

Li Silopiya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ji saet 5ê sibehê heta 6ê êvarê, qedexeya derketina derve sibê tê rakirin. Lê bi şevan dê qedexe berdewam bike.

K24 – Şirnex

Li Silopiya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ji saet 5ê sibehê heta 6ê êvarê, qedexeya derketina derve sibê tê rakirin. Lê bi şevan dê qedexe berdewam bike.

Li Cizîra Botan û Silopiya Şirnexê, 14ê kanûnê, qedexeya derketina derve hatibû ragehandin. Ji wê demê ve gelek şer û pevçûn qewimîn û hejmareke zêde ya sivîlan canê xwe ji dest dan.

Ji ber vê qedexeyê Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl yê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê jî hatibû girtin. Derî duh hatibû vekirin.

Ji aliyekî din ve li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê qedexeya derketina derve ku ji 2ê mehê ve hatiye ragihandin berdewam e û ji serê sibehê ve dengê teqeyan tê.

Şevê din jî li navçeya Hezexê ya Şirnexê dema otomobîla zirxpoş a polîsan derbas dibû bombeyeke ku berê hatibû vedan hat teqandin û di encam de 3 polîsan canê xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûbûn.