Kiliçdaroglu: Erdogan zirdiktator e

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji ber ku di kongreya 35 ya partiya xwe de ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got "Zirdiktator" derbarê wî de doz hate vekirin. Kiliçdaroglu li hember vê dozê nerazîbûna xwe derbirî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê CHPê li ser Twitterê peyamek weşand û di peyama xwe de wiha got;  "Ew kes dixwaze bibe wekî Hitler, gel li hev du germ dike û welat kiriye qada şer. Ma ez bo wî bêjim qasidê aştiyê? Karê Serokomar ne ew e ku fermanê bide dozgeran. Heta ku tu destûrê binpê bike, em ê her tim şeref û namûsê bînin bîra te. Ji bo zirdîktatorekî helbet ez ê bêjim zirdîktator. Ji ber ku li her derê cîhanê bo zikdîktatoran, dibêjin zirdîktator! "

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê roja duşemê derbarê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu lêpirsîn da destpêkirin. Piştî vê yekê Alîkarê CHPê Bülent Tezcan nerazîbûn nîşanî dozgeriya Enqerê da û daxwaz ji Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran kir ku derbarê wan dozgeran de lêpirsînî destpê bike.