Şandeya opozîsyona Sûriyê aşkere bû

Di nav şandeyê de Mihmed Eloş berpirsê Ceyş El-Islam jî heye

K24-Navenda Nûçeyan

Desteya Danûstandina ya Opozîsyona Sûriyê, îro li Riyadê peytexta Erbistana Siûdiyê, şandek ji 17 kesan, bi armanca danûstandin li gel rejîma Sûriyê pêk anîn.

Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê, Îro li Riyadê civiya, derencamên wê civînê jî şandeyek ji 17 kesan pêk hat, herwiha Ewed El-Zubyî weke Serokê şandeyê  û Coric Sebra weke Cigrê Serokê wê şandeyê hatin destnîşankirin. Di nav şandeyê de Mihmed Eloş berpirsê Ceyş El-Islam jî heye.

Ji aliyê xwe ve jî, Hevrêzê Opozîsyona Sûriyê, Riyad Hicab eşkere kir ku, Rûsya astangan bo proseya aştiyê çê dike, da zanîn ku eger aliyeke siyemîn tevî şandeya danûstandinan bibe, ew dê beşdariya wan danûstandinan nebin.

Biryar e di 25ê vê mehê û bi alîkariya aliyên navdewletî denûstandin derbarê kirîza Sûriyê di navbera Rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî de dest pê bikin.

Fly Erbil Advertisment