Veguhestina navendên parêzgehan bû cihê nîqaşê
Barkirina navendên parêzgehên wek Şirnex û Colemergê bo navçeyên Cizîrê û Geverê di parlamentoya Tirkîyê de bû mijara sereke ya nîqaşê ku Davutoğlu aşkere kir dê ev her du navçe bibin parêzgeh.
K24 – Enqere
Barkirina navendên parêzgehên wek Şirnex û Colemergê bo navçeyên Cizîrê û Geverê di parlamentoya Tirkîyê de bû mijara sereke ya nîqaşê ku Davutoğlu aşkere kir dê ev her du navçe bibin parêzgeh. MHPê ev rûdan wekî aciziyekî nirxand, AKPê jî îddîa kir kû di çarçoveya têkoşîna taybet ya bi terorê re ev pîlansazî pêk hatiye.
Ev daxuyanîya Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu ya derbarê têkoşîna taybet ya bi terorê re li bajarên Kurdan, ku dê parêzgehên Colemerg û Şirnexê bo Gever û Cizîrê bên veguhestin, li parlemana Tirkiyeyê deng veda. AKPyîyan dilxweşiya xwe bo vê plansaziyê anîn ziman.
Parlamenterê AKPê yê Burdurê Reşat Petek kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: “Biryarên ku di çarçoveya têkoşîna taybet ya li dij-terorê ku di warê yasayi, îdarî û pêşgiriyên ewlekariyê de tên wergirtin rewa û asayi ye.”
Plansazîya Davutoğlu ji aliyê partiyên opozîsyonê ve bi zimanekî tûnd hat rexne kirin. Herwiha hate diyarkirin ku ev rêbaz rêbazeke şaş e û ev biryar dide xûyakirin ku dewlet li wê heremê sînorên nû xêz dike.
Cîgirê Koma MHPê Oktay Vural nerîna xwe ya derbarê mijarê de wiha anî ziman: “Ev plansazî nîşaneya vekişîna dewletê ye. Aciziyeke berbiçav e. Berî niha min pirsî bû. Hûnê Colemergê barkin bo Konya yê? Xuya ye ku pêşî barkin bo navçeyên nêzîk. Baş e naxwe hunê ji wan deran bo kî derê barbikin?
Ev rûdanên nû ji aliyê ewlekariya burokratîk û îdarî ve ger di çarçoveya tekoşîna taybet dij-terorê de be, li gorî opozisyonê gaveke erênî ye. Herwiha hate bibîrxistin ku her çi Colemêrg yan jî Şirnex be jî divê mafên mirovan yên ku li wê herêmê dijîn neyên jibîrkirîn.