Deryaya Egeyê bûye "goristana" penaberan

Li deryaya Egeyê, bota lastîkî ya ku tê de penaber hebûn niqum bû 12 kes mirin û 25 kes jî hatin rizgarkirin.

K24 – Stenbol

Li deryaya Egeyê, bota lastîkî ya ku tê de penaber hebûn niqum bû 12 kes mirin û 25 kes jî hatin rizgarkirin.

Bûyera dilsoj, li perava Aslanburnuyê ya navçeya Foçaya Îzmîrê qewimî. Masîgiran dîtin ku li ser deryayê termê mirovan hene û xeber dan rayedaran.

Li ser vê tîmên fermandariya ewlekariyê ya deryayê gihiştin cihê bûyerê û ji deryayê termên 12 kesan derxistin. Hat ragihandin ku di nav miriyan de 5 zarok jî hebûn.

25 kesên hatin xelaskirin birin stargeha masîgiran a Foçayê. Li gor daxuyaniyên penaberan di botê de 50 kes hebûn. Hat diyarkirin ku piraniya penaberan welatiyên Sûriyê û Iraqê bûn.