Leyla Zana dê ligel Erdogan bicive
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Leyla Zana û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Leyla Zana û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dicivin.
Nivîskara rojnameya Sabahê Hîlal Kaplanê ragihand ku Leya Zana ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan daxwaza hevdîtinê kiriye. Serokomar Erdogan îro daxwaza Zanayê eşkere kir û ragihand ku ewê bi Zana yê re bicive.
Leyla Zana di sala 2012 an de diyar kiribû ku Erdogan dikare pirsa kurdî çareser bike û piştî vê daxuyaniyê ew bi Erdoganî re civîyabû.
Herwiha beriya Hilbijartinên 1ê Mijdarê jî dabû zanîn ko heger şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê raneweste, ewê dest bi greva mirinê bike.