Parlamenterê CHPê yê berê Kamer Genç wefat kir

Parlamenterê Berê yê CHPê Kamer Genç canê xwe ji dest da. Genç ev demeke dirêj e ji ber nexweşiya pençeşêrê dihate dermankirin.

K24 - Enqere

Parlamenterê Berê yê CHPê Kamer Genç doh canê xwe ji dest da. Genç ev demeke dirêj e ji ber nexweşiya pençeşêrê dihate dermankirin.

Kamer Genç di 23 Sibata 1940an de, li Qişleya Dêrsîmê jidayik bûye. Di gelek cihên bilind ên dewleta Tirk de cih girt. Herwiha 6 heyaman li ser hev wekî parlamentere CHPê yê Dêrsîmê kete parlamentoya Tirkiyê.

Genç, bavê 2 zarokan bû û di 76 saliya xwe de çû ser dîlovaniya xwe.