Sarihan: Bila dawî li kuştinên faile nediyar were

Li Tirkiyê hate xwestin ku dawî li kuştinên failê nediyar yên rojnameger û nivîskaran pêk were. Parlamenterê CHPê Şenal Sarihan diyar kir ku ji bo rawestandina şer û pevçûnan her wiha sekinandina xwînê ya li bajarên kurdan pêdivî bi yasayê heye.

K24 – Enqere

Li Tirkiyê hate xwestin ku dawî li kuştinên failê nediyar yên rojnameger û nivîskaran pêk were. Parlamentera CHPê Şenal Sarihan diyar kir ku ji bo rawestandina şer û pevçûnan her wiha sekinandina xwînê ya li bajarên kurdan pêdivî bi yasayê heye.

Parlamentera CHPê Şenal Sarihan di civîna çapemeniyê de li ser mijara geftleften li ser rewşenbîran hate rawetsndin û hate gotin ku li Tirkiyê ewlehiya jiyana akademisyen, parêzer û nivîskaran di bin xeteryekê de ye.

Sarihan anî ziman ku bi taybetî jî pêwîst e zextên li ser rojnamegeran bi dawî werin û bergiriyên kuştinên faîlê nediyar bê girtin. Sarihan wiha pêde çû; “heta niha 77 rojnameger hatine kuştin, 33 kes di girtîgehê de ne û 250î kes jî tên darizandin.”

 Sarihan li ser derbirina ramanên azad jî axivî û wiha got; "Tirkiye ji aliyê  azadiya raman û vegotinê ve di nava 180ê welatan de di rêza 149an de ye û li Tirkiyê lêpirsînên derbarê rojnamevanan de têne veşartin. Ji ber kêmasiya lêpirsînên bibandor, metodên bêcezakirinê wêrekiyê dide rêxistinên nû yên kuştinê. Her wiha li herêma Başûrê Rojhilat jî, kî dibe bila bibe ji bo ku mafên wan yên jiyanê bê parastin di zûtirîn demê de divê darêzgerî erka xwe li gorî rêgezan bi cih bîne. Ev tişt erkeke girane li ser milê dadmendiyê."