Li 6 taxên din yên Diyarbekirê derketina derve hate qedexekirin

Qeymeqamiya navçeya Sûr ya Diyarbekirê ragihand ko li 6 tax û Kolana Melîk Ehmedê jî ji îro û pê de derketina ji derve hate qedexekirin.

K24 – Diyarbakir

Qeymeqamiya navçeya Sûr ya Diyarbekirê  ragihand ko li 6 tax û Kolana Melîk Ehmedê jî ji îro û pê de derketina ji derve hate qedexekirin.

Ji 2ê meha Kanûna 2015 an û pê de li 6 taxên bi navên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê  ji ber ko xendek bêne girtin berbest bêne rakirin qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin.

Qeymeqamiyê da zanîn ku, îro ji saet 11.30ê û pê de li 6 taxên din yên bi navên Evdaldede, Elîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazîf, Ziya Gokalp û Kolana Melîk Ehmedê jî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Çavkaniyên ewlekariya bajêr ragihandin ku pevçûn belavî taxên navborî jî bûne û ji ber wê yeke ev biryar hatiye standin. 

Ji hêla din ve ji tirimbêlên zirpoş yên ewlekariyê ji bo ku xelk malên xwe bicîh bihêlin anons kirin.

Ji destpêka pevçûnan ve 13 çekdarên ewlekariya Tirkiyeyê û herî kêm 20 çekdarên nêzî PKKê ne canê xwe ji dest dane. Hê jî 4 cenazeyên xwepêşanderan li kolanên navçeya Sûrê ne. Kêmzêde 20 hezar kes ji navçeyê koç kiribûn.