Di 17 rojan de 149 penaber xeniqîne

Li gor zanyariyên Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ji destpêka sersala nû heta 17ê mehê 149 penaber di deryaya Egeyê de xeniqîne.

K24 - Stenbol

Li gor zanyariyên Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ji destpêka sersala nû heta 17ê mehê 149 penaber di deryaya Egeyê de xeniqîne.

Derbarê hejmara penaberên ku ji gravên Mîdîllî, Sakiz, Sîsam, Samos, Leros, Bulamaç, Kilîmlî, Îstankoy û Agathonîsiyê derbasî aliyê Ewropayê bûne raporek hat amadekirin.

Li gor wê raporê, ji 1ê meha rêbendanê heta 17ê rêbendanê ji peravên Tirkiyê ber bi peravên Yûnanîstanê ve 36 hezar û 528 penaber bi rê û rêbazên qaçax derbas bûne û 149 kes jî di deryaya Egeyê de xeniqîne.