Li Tirkiyê qibleya 86 hezar mizgeftan şaş hatiye danîn!
Serokatiya Karûbarên Ayînî ferman ji hemû bajaran re şand daku lêkolîn bê kirin ka qibleya kîjan mizgeftê şaş e were dîtin û ji nû ve bên çêkirin.
K24 - Enqere
Li Tirkiyê bi şika ku qibleya 86 hezar mizgeftan şaş hatiye danîn xebat hat dest
pê kirin. Serokatiya Karûbarên Ayînî ferman ji hemû bajaran re şand daku lêkolîn bê kirin ka qibleya kîjan mizgeftê şaş e were dîtin û ji nû ve bên çêkirin.
Serokatiya Karûbarên Ayînî bi rêya danîna pergala elektronîk ya li ser Girê Karakaya ku girêdayî bajarê Erzeromê ye, ji bo şopandina çavdêriya asoyan lêkolîna xwe ya li ser kibleyê da dest pê kirin.
Ji bo karmendên saziyê yên ku biçin derveyî welêt wê ji aliyê astronoman ve perwerdeya diyarkirina qibleyê jî bê dayîn. Herwiha ji bo demên nimêjê û çavdêriyên li heyvê jî, yên li derveyî welêt wê li vê perwerdeyê werin zêde kirin.
Ji bo ku qibleya mizgeftan rast werin diyar kirin li her bajarî wê karmend û xebatkarên saziya ayînî bên perwerde kirin. Di mezgeftên ku şaşîtî di qibleya wan de hatiye dîtin jî, li şûna hilweşandina wan, dê çareseriyeke ku bi rêya benê qalin ku ji hindûrû ve bêne kişandin û berê qiblê rast dide nişandan bê ceribandin.
Bi vê mebestê wê rê li ber xerciyeke mezin a aborî jî were girtin. Her wiha cemaet wê bi rêya vî benê qalin ku berê qiblê pê hatiye xêzkirin, wê bikaribe nimêja xwe bikin.