Saziyên Elewiyan ji hikûmeta Tirkiyê bê hêvî ne
Biryar e hikûmet bi pênc civînan pirsên Elewiyan gotûbêj bike. Di vê derbarê de berpirsên saziyên Elewiyan ji Kurdistan24ê re axifîn.
K24 - Enqere
Li Tirkiyê, saziyên Elewiyan ligel rayedarên hikûmetê civiyan. Piştî civînê biryara berdewamiya hevdîtinan hat dayîn. Biryar e hikûmet bi pênc civînan pirsên Elewiyan gotûbêj bike. Di vê derbarê de berpirsên saziyên Elewiyan ji Kurdistan24ê re axifîn.
Pirsa Elewiyan dîsa di rojevê de ye, rêxistinên Elewiyan herî dawî ligel hikûmetê ji bo çareserkirina daxwazên xwe hevdîtinek pêk anîn. Hat ragihandin ku rêxistinên Elewiyan bi dû mijaran derketin pêşiya Serokwezîr, yekem şertê Elewiyan Pirsa Kurd bûye û dûyem şert jî statûya cemxaneyan.
Serokê Weqfa Elewî û Bektaşiyan Ercan Geçmez diyar kir ku di hevdîtinê de şertê yekem ji danûstandinan re hat girtin û yê dûyem jî wê bê axaftin: “Serokwezîr derbarê Cemxaneyan de pêşî ji me re gotibû daxwaza Elewiyan çi be, wê wiha bibe. Lê di civîna digel şandeya hikûmetê de me dît ku ji bo Cemxaneyan statuyekê nanasin. Hikûmet kengê bikeve tengasiyê dixwaze Elewiyan bikar bîne. Ji ber rewşa ligel Kurdan qaşo demokrasiyê tînin rojevê.”
Hevdîtinên digel hikûmetê di navbera rêxistinên Elewiyan de jî nakokiyek çêkir. Federasyona Elewiyan, ku beriya niha diyarkiribû ew beşdarî civînan nabin. Lê di civînê de cih girtin, gelo sedem çi ye ku Federasyona Elewiyan pêşî ew helwêst da nişandan?
Sekreterê Giştî yê Federasyona Elewiyan Oktay Kandemîr, herçiqas wek federasyon beşdarî civînê bûne jî lê ne gelekî bi hêvî ye û ji Kurdistan24ê re wiha axifî: “Em ji hikûmetê ne piştrast in. Heta niha gelek caran danûstandin digel Elewiyan pêk anîn lê bi tû awayî encam derneket. Me ragihand ku em beşdar nabin, lê piştr hindek hevalên me gotin tu zirara hevdîtinên dîplomatîk tune ye, me jî du hevalên xwe şandin û raporta me pêşkêş kirin lê em dizanin tu encamek dernakeve.”
Hikûmetê beriya niha komxebatên Elewiyan pêk anîbûn û digel van civînan jî şandeyek ji aliyê wezareta dadê hatibû avakirin ku dê pirsen Elewiyan gotûbêj bike. Elewî dixwazin bê şert û merc Cemxane werin nasîn, lê hikûmet li hemberî statûya Cemxaneyan vekirina Tekke û Zaviyeyan diavêje pêş. Her dû alî wê çawa lihevbikin û encameke çawa derkeve holê dê di dawiya rûniştinan de diyar bibe.