Erdogan bo Leyla Zana: Bila pêşî sond bixwe

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo hevdîtinê mercek danî pêşiya Parlamentera HDPê ya Agirî Leyla Zana.

K24 - Enqere

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo hevdîtinê mercek danî pêşiya Parlamentera HDPê ya Agirî Leyla Zana û li dijî daxwiyaniyên ku ambûlans bo birîndarên Cizîrê nayên şandin nerazîbûn nîşan da.

Serokkomarê Tirkiyê li ser pirsa rojnamageran a bo hevdîtina bi Leyla Zana re got: "Pêşî pêwîste ez vê bêjim; divê berî her tiştî li parlamentoyê sond bixwe. Heta ku li parlamentoyê sond nexwe ne mimkûn e ku hevdîtineke wiha pêk were.

Ji xwe beriya çend rojan şêwirmendê wê li ser navê wê, telefon ji nivîskarê min re vekiriye û derbarê naveroka hevdîtinê de hinek tişt gotine. Ji xwe eger ew hevdîtineke di wê çarçoveyê de difikire; ne pêwist e ew bo hevdîtinê were."

Erdogan li ser îdiayên ku ambulans bo veguhastina birîndarên Cizîrê nayê şandin jî wiha axifî; "Hemû derew in. Li wê derê her tim ambulans hene, ji xwe doh wezîrê me jî ev yek ragihand."