"Kurdên di nav şanda opozîsyonê de nûneratiya me nakin"
Duh, civînên kongreya Cenêv3 bi rêve çû, partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bo wê kongreyê nehate vexwendin. Ev yeke jî bû cihê nîgeraniya berpirsên PYDê û Encûmena Sûriyê ya Demokratîk
me nakin"
K24-Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim ragehan ku, ew kesên di nav şanda opozîsyona Sûriyê de,nûneratiya Kurdan nakin.
Derbarê nûneratiya Kurdan di kongreya Cenêv3 de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim ji K24ê re wiha got: "Ew Kurdên ku tevlî civînên kongreya Cenêv3 dibin û di nav şanda opozîsyonê de, nûneratiya Kurdan nakin, tenê ew nûneratiya xwe dikin."
Salih aşkere kir ku, ew panbendiyê bi ti biryarên kongereyê Cevêv3 nakin, da zanîn ku tenê dê bi wan biryayên dikevin berjewendiya gelê Kurde pabend bibin.
Duh, civînên kongreya Cenêv3 bi rêve çû, partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bo wê kongreyê nehate vexwendin. Ev yeke jî bû cihê nîgeraniya berpirsên PYDê û Encûmena Sûriyê ya Demokratîk.