Gelo li Tirkiyê aştî careke din mimkûn e yan na?

Bajarên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn û qedexeya derketina kolanan hê jî berdewam e. Her roj mirina welatiyekî di çapemeniyê de cih digire.

K24 - Enqere

Bajarên Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn û qedexeya derketina kolanan hê jî berdewam e. Her roj mirina welatiyekî di çapemeniyê de cih digire. Di heman demê de li hemberî van kirinan li hemû dewerên Kurdistan û Tirkiyê nerazîbûn tên nîşandan.

Li paytexta Tirkiyê Enqerê ji bo careke din aştiyeke demdirêj bê pêkanîn bi alikariya bloka aştiyê gotûbêjek hat kirin. Siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan û muxtarên navçeya Sûra ku  hê lê qedexeyên derketina derve berdewam dike tevlî gotûbêjê bûn. Li ser polîtikayên dewletê yên li ser bajarên Kurdistanê dide meşandin û ji nû ve avakirina aştîyeke dimdirêj hat axaftin.

Parlamentera  CHPê  ya Enqerê Şenal Sarihan da zanîn ku hikûmetek dema nikare canê welatiyên xwe biparêze û welatiyên xwe bikûje nikare behsa yasayê bike: “Eger parlementerên deshilatdarê li parlementoyê dijî van komkûjiyan û kirinên dewletê bêdeng bimînin, nizanibin ku hikumetê bajarên Rojhilat û Başûrên Rojhilat ji çavên xwe derxistine. Kes nikare li hemberî deshilatdariyê dengê xwe derxîne. Tenê em dikarin vê rewşa xirap bi hev re bi xwesteka aştiyê derbas bikin. Wekî din tu xelasbûn tune ye.”

Muxtarê navçeya Sûra girêdayî bajarê Diyarbekirê Koçero Topdemir anî ziman ku, eger hemû saziyên civakî, akademîsyen û  rewşenbîr li hemberî komkujiyan dengê xwe bilind nekin dê rewş xeraptir bibe: "Heta îro şêst rojan li şeş taxên me qedexe hebû. Îro jî çar pênc taxên me hatin qedexe kirin. Ew insanê Sûrê hemû koçber dibin, hemû  gelek zehmetî û zorê dikşînin. Ji xwe tiştek di mala wan de tune ye, tenê cilên li ser xwe digrin û ji mala xwe derdikevin."

Li aliyekî din veakademîsyen ,siyasetmedar û rojnamevanên  beşdarî gotûbêjê bûn amaje bi wê yekê kirin ku, divê dewlet dawî li operasyonan bîne lê li aliyê din jî serokkomar û serokwezîrê Tirkiyê diyar kirin ku dê operasyonên li bajarên Kurdistanê berdewam bikin.