Tanrikulu: Li herêmê yasaya dijminahiyê tê birêvebirin
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel CHPê li Diyarbekirê daxuyaniyek da.
K24 - Diyarbekir
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel CHPê Sezgîn Tanrikûlû, di 31ê Çileyê de, li navenda partiya xwe ya Diyarbekirê got ku, bi teşe û şêwaza şerê li Bakurê Kurdistanê ye, welatî wek dijmên tên dîtin û kuştin.
Tanrikûlû balkişand ku, bi dehan navçeyên li Bakur, di bin guvaş û dorpêçê de ne û bang li saziyên sivîl jî kir ku “nebin alavên operasyonên bîreweriyê” yên Hikûmeta Tirkiyeyê.
Herwiha Cîgirê Serokê Opozîsyona Tirkiyeyê da zanîn ku, di tu serdemî de, siyasetê ewqas şerxwazî û xwînrêjî bilêv nekiri ye û anî ziman ku Hikûmeta AKPê, operasyonên bîrewerî li ser civakê dimeşîne.
Tanrikûlû balkişand ku Sûr a navçeya Diyarbekirê û li Cizîr a navçeya Şirnexê teqrîben 2 meh in ku qedexe didome û li wan deveran bi sedan sivîl tên kuştin û birîndar kirin, dîsa bi sedhezaran kes koçber dibin û navçe û berhemên dîrokî tên têkbirin.
Sezgîn Tanrikûlû rexne li projeya “master plan”î ya hikûmetê girt û anî ziman ku hikûmeta Tirkiyeyê ji bo rêkeftina wan projeyan kuştinan û şer û tundiyan normalîze dike. Dîsa daxwaz kir ku divê saziyên sivîl û aliyên demokrasîxwaz, di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên hikûmetê re jî, nebin aletên wê siyasetê.
Tanrikûlû diyar kir ku pirsa Kurd, bi rê û şêwazên ewlekarî nayên çareser kirin û navnîşana çareseriyê parlamentoyê nîşan da.