Zêdeyî 10 hezar zarokên penaber wenda ne

Rêxistina Polîsên Ewropayê Europol ragihand ku di nav 2 salên dawî de zêdeyî 10 hezar zarokên penaber piştî ku hatine Ewropayê wenda bûne.

K24 - Stenbol

Rêxistina Polîsên Ewropayê Europol ragihand ku di nav 2 salên dawî de zêdeyî 10 hezar zarokên penaber piştî ku hatine Ewropayê wenda bûne. Eger heye ku zarokên wenda ji aliyê çeteyên diz ve hatibin revandin.

Li gor zanyariyên saziyên saloxgeriyê yên Ewlekariya Ewropayê, zarokên penaber ku ligel malbatên xwe hatine welatên Ewropayê û piştî ku qeyda xwe kirine wenda bûne û tu xeber ji wan nayê stendin ku li kuderê ne çi dikin?

Hejmara zarokên wenda jî ji 10 hezaran derbas bûye. Tê gotin ku dibe zarokên penaber ketibin destê çeteyên diz û karên xirab û xulamiyê bi zarokan bidin kirin. Saziya Europol cara yekem derbarê penaberên wenda de zanyariyan parve dike û tê dîtin ku kêşeyeke mezin rû daye.

Rêvebirê Giştî yê Europolê Brîan Donald diyar kir ku li Îtalyayê 5 hezar zaroki li Swêdê jî zêdeyî hezar zarok wenda bûne. Dibe ku hinek zarok çûne cem merivên xwe, lê ew nizanin ku li kuderê li ba kê ne û çi dikin?

Rewşa zarokên penaber ku ji malbatê xwe dûr ketine yek ji kêşeya herî mezin e lê çareseriyeke mayînde hêj nehatiye dîtin. Saziya civakî ya navneteweyî "Zarokan xelas bikin" ragihand ku di sala 2015'an de nêzî 26 hezar zarok bê dê û bav hatine welatên Ewropayê. Par rayedarên Îtalî otibûn ku di salekê de 5 hezar zarok li navenda penaberan wenda bûne.