Li Stenbolê di êrîşekê de 4 kes birîndar bûn
Li Stenbolê Komeleya Osmaniyan hat gulebarankirin, di encamê de 4 kes birîndar bûn, rewşa 2 kesan giran in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê Komeleya Osmaniyan hat gulebarankirin, di encamê de 4 kes birîndar bûn, rewşa 2 kesan giran in.
Li navçeya Eyubê ya Stenbolê, kesên nenas bi tifingan êrîş li navenda Komeleya Perwerde û Alîkarî ya Osmaniya Mezin kirin.
Di êrişê de, 2 kesan ji serê xwe gule girtin û bi giran birîndar bûn û birînên 2 kesên din jî sivik in.
Duh jî, li Stenbolê çayxaneyek hatibû gulebarankirin, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dabûn û 5 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî êrîşan, hêzên ewlehiyê yên dijî terorê, li Stenbolê dest bi operasyoneke berfireh kirin û hat ragehandin, gelek kes hatine binçavkirin.