LiTirkiyê hunermend daxwaza dermankirina birîndarên Cizîrê dikin

Beriya du rojan jî stranbêjê navdar Mehsûm Kirmizîgul, ser Twitterê, bo birîndarên Cizîrê û têkçûna navçeya Sûrê, gazindê xwe li Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawûdoglu kirbû û gotibû, 'hun kengê ewqas bûn zalim ey serokwezîr

K24-Enqere

Hunermendê navdar yê Tirkiyê Kadîr Înanir jî di nav de 132 rewşnbîr û hunermendan bang li hikûmetê kirin ku,  eger birîndarên Cizîrê derman nakin, ew amade ne birîndarn rizgar bikin.

132 hunermend û rewşenbîrên Tirkiyê, bo birîndarên ku li Cizîrê di jêrzemînek de asê mane, danezanek belav kirin.

Kesayetên navdar ku di nav de, nivîskar Vedat Turkalî, Murathan Mungan, Hunermend Kadir Înanir, Lale Mansur, rewşenbîr Baskin Oran û Levend Gultekîn jî hebûn, bo dermankirina birîndarên Cizîrê bang li hikûmeta Tirkiyê kirin.

Di danezanê de tê destnîşankirin, bûyerên li bakurê Kurdistanê "trajediya mirovahiyê ye" û bo ku aştiya civakî û nirxên mirovahiyê tune nebin, divê gavek zûtir 24 birîndarên li Cizîrê bên dermankirin.

Beriya du rojan jî stranbêjê navdar Mehsûm Kirmizîgul, ser Twitterê, bo birîndarên Cizîrê û têkçûna navçeya Sûrê, gazindê xwe li Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawûdoglu kirbû û gotibû, "hun kengê ewqas bûn zalim ey serokwezîr." Dawûdoglu jî ev yek birsivand û got, bi zilma xwe na, bi rehma xwe tên naskirin."