CHPê daxwaza Tirkiyeyek “azadîparêz û aştîparêz” dike
Rexneyên tund li AKPê digre.
K24 - Enqere
Berdevka CHPê Selin Sayek Boke derbarê çêkirina destûra nû de rexneyên giran li AKPê girt ku dixwaze rejîma yekkesî li Tirkiyê bi cih bike û diyarkir ku CHP wê di çarçoveya destûra nû de bo bicihkirina demokrasiya azadîparêz hewl bide.
Selin Sayek Boke piştî civîna Lijneya Birêvebir a Navendî civîneke çapemeniyê lidar xist.
Boke di civînê de balkişand li ser pêdiviya Tirkiyê ya bi demokrasiyeke azadîparêz wiha got; “Li Tirkiyê girîngtirîn mijar ne çêkirina destûrê ye lê belê pêdivî bi wê yekê heye ku Tirkiye divê ji hiqûq û yaseyên darbeyi xelas bibe. Pêdiviya Tirkiyê bi demokrasiya aştîparêz heye ku bi wê hemû kêşeyên siyasî û aborî ên Tirkiyê çareser dibe. CHP jî wê di vê çarçoveyê tevlî civîna Komisyona Lihevkirinê bibe.”
Berkevka CHPê daxuyaniyên Erdogan ên wekî “Li Tirkiyê pergala parlamenteriyê bi dawî bûye” wekî tiştekî sosret nirxand û got; Hikûmet û Serokkomar dixwazin pergala Serokatiyê bi cih bike û bi vê yekê rejîma yekkesî li Tirkiyê saz bike. Em ê her tim hemberî vê daxwaza AKPê derkevin û tu caran Tirkiyê radestî rejîma yekkesî nekin.”