Partiyên Tirkiyê helwêsta derbarê destûra nû de eşkere kirin
Her partiyek dixwaze destûra nû li gor projeya wê were guherîn.
K24 – Enqere
Beriya civîna Komisyona Lihevkirinê ya bo Destûra Nû, partiyên siyasî helwêstên xwe eşkere kirin. AKP di destûra nû de, pergala serokatiyê diparêze, CHP û MHP dixwazin pergala parlamenteriyê were xurtkirin. HDP ji dixwaze xweserî di destûra nû de cih bigire.
Komisyona Lihevkirinê ya bo çêkirina destûra nû, dest bi xebatên xwe dike. Di komisyonê de her partî bi 3 endaman beşdar dibin. Beriya destpêkirina xebatan partiyê siyasî nerînên xwe diyar kirin. Li gorî vê yekê MHP heta dawî wê hiqûqa parlamentoyê biparêz e.
Derbarê mijarê de, parlamenterê MHPê yê Dîlokê, Ûmit Ozdag ji K24ê re got: “Em wekî MHPê dixwazin yasaya heyî û pergala parlamenteriyê were xurtkirin û bi vî awayî berdewam bike. Em daxwaza AKPê a bo pergala serokatiyê wekî parçeyekî bazarê dibînin ku li ser Ocalan tê kirin.”
Ji aliyê din ve, Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan jî nerîna xwe anî ziman ku bo pergala serokatiyê pêdivî bi 13 parlamenterên opozîsyonê heye û bi vê yekê ew dikarin bo pergala serokatiyê referandumê lidar bixin.
HDPê û CHPê li dijî daxuyaniyên Erdogan nerazîbûna xwe anîn ziman.
Parlamentera HDPê ya Stenbolê, Filiz Kerestecioglu nêrîna xwe wiha anî ziman: "Min 30 salî parêzerî kir. Ji bo xalekê be jî hemû yase neyîn gotûbêjkirin, çênabe qanûn were danîn. Destûra nû divê bi vîna azad ya gel were çêkirin. Bi vê yekê bi wate dibe.”
Di rojeva CHPê de jî rexneyên li dijî pergala serokatiyê hebûn. CHPê diyarkir ku AKP bo anîna pergala serokatiyê dest bi rêbazên qirêj kiriye û ketiye pê nêçîra siyasetmedaran.
Herwiha Cîgirê Serokê Koma CHPê, Ozgür Ozel jî got: “Di dengdayîna pergala serokatiyê de, ji CHPê ne parlamenterek, nikare bizmarekî jî bi dest bixin. “
AKP jî dibêje parlamentoya nikare erka xwe bi cih bike û bo vê yekê jî pergala serokatiyê pêwîst dibînin û her wiha dibêje maf û azadiya mirovan di pergala serokatiyê ya ku ew dixwazin de cih digire.
Lê Serokwezîrê Tikriyê, Ahmet Davutoglu diyar kir ku “Ji dêvla ku em behsa pergala parlamenteriyê ya lawaz û ji erka xwe dûr, divê em pergala azad ya Serokatiyê an pergala azad ya Parlamenteriyê biaxivin. Lê belê bila tu kes ji me re başbûna vê pergalê neparêze.”
Hat ragihandin ku Serokê Parlamentoyê Îsmanîl Kahraman wê bo wê yekê hewl bide ku di komisyona lihevkirinê de her partî daxwaza xwe bi awayekî azad biparêze û bo lihevkirina wan israr bike.