Derbarê agirê Hotêla Capital Tirkiyê amadekariya xwe bo Kurdistanê ragehand

Şevê din, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê agirek li tenişt Hotela Capital ket, di encamde 19 kesan cane xwe ji dest dan, ji wan 15 kes karkerên Filipinî bûn 4 kes jî hemwelatiyên Iraqê bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand ku, ew ji bo alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadene.

derbarê wî agirê ku şevê din ya ku li tenşt Hotêla Capital li bajarê Hewlêrê ketî û di encamde li gor zanyariyên K24ê 19 kesan cane xwe destabûn.  Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belavkir, di daxuyaniyê de wiha gotibû:" Em dê çavdêriya pêşkeftinan biken û li gor pêwîstiyan amadekariyan biken."

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, ew  ji  her daxwazekî ya Herêma Kurdistanê re amadene .

Şevê din,  li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê agirek li tenişt Hotela Capital ket, di encamde 19 kesan cane xwe ji dest dan, ji wan 15 kes karkerên Filipinî bûn 4 kes jî hemwelatiyên Iraqê bûn.