Li Tetwanê nexweşxaneya ajelan hat vekirin

K24- Tetwan
Li Bakurê Kurdistanê projeyeke gelekî balkêş hate destpêkirin. Li Tetwana Bedlîsê nexweşxaneya herî mezin û bi kêrhatî ya ajalan hate avakirin.
Bi saya vê nexweşxaneyê ku di bin banê Şaredariya Tetwanê de hate avakirin, êdî ajalên nexweş û birîna wan wê demildest bên dermankirin.
Li nexweşxaneyê, odeyên pişkinînê, laboratuvar, odeya neştergeriyan û hemû derfetên teknîkî hene ku ajalên li kolanan û bejî jî lê bên kontrolkirin.
Herwiha li vê nexweşxaneyê, ajal tên aşîkirin û di laboratuvaran de, ji aliyê beytarên pispor ve ji kontrolê tên derbaskirin û emeliyatên wan bi awayekî serkeftî tên kirin.
Ji ber ku ev yekem nexweşxaneya ajalan li herêmê ye, eleqeyeke mezin ji bo wê heye.