Navê 53 hezar zarokên Sûriyeyî tê tomar kirin

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê Sema Ramazanoglu ragihand ku li Tirkiyê 53 hezar zarokên Sûriyeyî ku sêwî mane hene.

K24 – Stenbol

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Tirkiyê Sema Ramazanoglu ragihand ku li Tirkiyê 53 hezar zarokên Sûriyeyî ku sêwî mane hene û bi mebesta çareserkirina kêşeyên perwerde û civakî agahî û nasnameyên zarokên penaber dê werin tomar kirin.

Welatiyên Sûriyeyî ji ber şerê li welatê xwe reviyane xwe spartin welatên cîran. Li Tirkiyê jî nêzîka 3 milyon penaber hene. Ji bo koçberan li gelek bajaran kamp hatine avakirin. Lê belê piraniya penaberan li derveyî kampan dimînin.

Wezareta Malbatê ya Tirkiyê derbarê zarokên penaber de dest bi xebatekê kir. Li gor vê yekê, zarokên ku sêwî mane dê werin destnîşan kirin. Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu got: “53 hezar zarokên ku dê û bavê wan canê xwe ji dest dane, li bajarên cuda belav bûne. Wezaret dê bi fermî van zarokan qeyd bike.”

Li gor vê xebata wezaretê, zarokên ku li cem xizmên xwe yan jî li zarokxaneyan dimînin di çi halê de ne bi awayeki baştirîn dê bên xwedîkirin û kêmasiyên wan hene yan na? Bi vî awayî kêşeyên zarokên dê bên çareserkirin.

Zarokên ku li kampan dijîn perwerdeya xwe didomînin lê zarokên ku li kampan namînin ji ber ziman nizanin û qeyda wan nehatiye kirin nikarin herin dibistanan. Hêjayê gotinê ye sala çûyî 150 hezar zarokên Sûriyeyî li Tirkiyê ji dayik bûne.