Bi berdaxek şîr ji çixareyê dûrkevin
Pişîkek pispor diyar dike ku, şîr alîkariyek baş e bo mebesta berdana çixarê.

K24- Navenda Nûçeyan
Gelek kesên çixarekêş, her ku dikevin saleke nû dibêjin ‘em ê îsal div ji cixarê berdim’. lê belê piştî yek du heftiyan, soza wan li ber ba diçe.
Ji bo kesên ku dixwazin cixareyê berdin, Pizîşka Pispor, Tugçe Kasapoglu Hurkal şîretkê li çixarekêşan ku dixwazin jiyanek tendurist bijîn dike, ew jî bi vexwearina perdaxek şî.
Hurkal dibêje “Gava dilê we xwest ku hûn cixarê bikişînin, beriya ku hûn cixareya xwe vêxin, qedehek şîr vexwin. PH-ya nava devê mirov çiqas asîdîk be, daxwaza nîkotînê jî ew qas hindik dibe.”
Herwiha Tugçe Kasapoglu ji bo kesên ku dixwazin cixareyê berdin, vê pêşniyariyê dike: “Her roj vêxistina cixareya xwe saetek dereng bixînin û her carê cixareya xwe deynin cihekî din, bi vî awayî hûn ê ji tevgera xwe ya ku rasterast destê we diçe cixareyê, hinekî xelas bibin.”