Li Diyarbekirê dikan û kargeh girtî ne

Li Bakurê Kurdistanê çalakî û xwepêşandan ji bo rawestandina operasyonan tên kirin. Îro li Diyarbekirê jî bi daxwaza DBP û HDPê dê 3 roj li bajêr, kargeh û dikan girtîbin û otobusên şaredariyê jî kar nekin.

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê çalakî û xwepêşandan ji bo rawestandina operasyonan tên kirin. Îro li Diyarbekirê jî, bi daxwaza Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê 3 roj li bajêr, kargeh û dikan girtîbin û otobusên şaredariyê jî kar nekin.

Ji aliyê HDP û DBPê ve bangawaziyeke fermî nebe jî, şandeke li ser navê herdû partiyan li bajêr geriya ye û ji bo protesto kirina teqrîben 60 kesên ku li Cizîra navçeya Şirnexê hatibûn kuştin daxwaza çalkiya girtina kargeh û dikanan kiriye. Hinek welatî û dikandar piştgirî didin, lê hinek ji wan jî dibêjin, em kargehan bigrin emê çewa debara xwe bikin.

Ji aliyê din ve, bi bangawaziya herdû partiyan HDP û DBPê li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê xwepêşandan tên kirin. Îro li Diyarbekirê jî biryar e ku xwepêşandan û meşek were kirin.

Fly Erbil Advertisment