Li Tirkiyê gelek jin tên kuştin û rûbirûyê gefan dibin
Li dinyayê, gelek pirsgirêk têne axaftin. Yek jî van pirsgirêkan zor û zehmetiyên li ser jinan e. Li Tirkiyê, ji ber gelek sedeman jin gefan dixwin û tên kuştin.
Gonul Gun / K24 - Stenbol
Li dinyayê, gelek pirsgirêk têne axaftin. Yek jî van pirsgirêkan zor û zehmetiyên li ser jinan e. Dema ku mirov bala xwe dide Tirkiyê, ji ber gelek sedeman jin gefan dixwin û tên kuştin. Cezayên kujeran ji ber hinek sedemên sivik tê daxistin.
Di civaka Tirkiyeyê de,pirsgirêkên jinan wekî mijarekî giring gelek caran di rojêvê de ne. Ji ber li ser jinan ji ber gelek sedeman zordarî heye û jin têne kuştin.
Hat ragihandin ku li Tirkiyê, di sala 2015’an de 303 jin û di meha Rêbendana 2016an de, 36 jin hatine kuştin. Jin, piranî ji ber daxwaza ji hev berdanê yan gefan dixwin an jî tên kuştin. Li ser vê mijarê, di civaka Tirkiyeyê de hinek kes û saziyên sîvîl xebat û çalakiyan dikin. Yek jî van saziyan, Platforma Emê Kuştinên Jinan Bidin Sekinandin e.
Nûnera Stenbolê ya Platformê Fîdan Ataselîm diyar kir ku jin mîna berê nafikirin û di dawiyê de mirin hebe jî dê bi pey mafên xwe yên mirovî bikevin: “Di jiyana civakê de, gelek tişt guherîne. Jin jî di vê jiyana nû de dixwazin bi îreda xwe bijin. Û ji bo mafên xwe yên mirovî bi dest bixin di nav hewl û xebatê de ne. “
Dema ku mirov kujerên jinan dinêre, kujer mer in û piraniya van jî heval, hevser, bav û dilketiyên jinan in. Fîdan Ataselîm wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Di yasayên de mafê hevberdanê heye. Di civakê de rêjeya azadiya hev berdanê hebe, ev civak asta şaristaniyeke bilind e. Ji ber heke jin û mêr bi îradê xwe çawa zewicîbin herwiha ku bixwazin hev berdin ev yek nîşaniya îradeya kesan e.“
Jin her li ku derê bin rastî êrişên qirêj tên, di mehên çûyî de, di dest pêka şerên li Bakurî Kurdistanê de piştî kuştina gerîlaya jin Ekin Van, bedena wê bi tazî hatibû deşifre kirin. Ev yek nîşan dide ku bedena jinan wekî qada şer tê dîtin.
Heftaya borî li Dîloka Bakurê Kurdistanê jinekê bi daxwaza hev berdanê ji aliyê hevserê xwe ve, tevî 8 kesên din hatibû kûştin. Careka din hat dîtin ku heta jin neyên parastin malbat jî nayên parastin.
Nûnera Paltformê diyar kir ku çalakiyên wan bi awayekî erenî bandor li ser hinek dozan kirine. Dîsa tê gotin ku di kuştinên jinan de bila daxistina ceza neyê kirin û cezayê kujeran, her çi be bila ev yek were dayîn. Platforma Emê Kuştinên Jinan Bidin Sekinandin di sala 2010an de, piştî kuştina Munevver Karabulut hatiye avakirin.

Nûnera Stenbolê ya Platformê Fîdan Ataselîm