Di civîna butçeyê ya Wezareta Tendûristiyê de şerê Cizîrê!
Di hevdîtinên bûtçeyê ya Wezareta Tendûristiyê de qeyrana “Xizmeta tendûrisitiyê û ambûlansê ya li Cizir û bajarên din yên Bakûrê Kurdistanê” rê li ber nîqaşên mezin vekir.
K24 – Enqere
Di hevdîtinên bûtçeyê ya Wezareta Tendûristiyê de qeyrana “Xizmeta tendûrisitiyê û ambûlansê ya li Cizir û bajarên din yên Bakûrê Kurdistanê” rê li ber nîqaşên mezin vekir. Piştî ku di komisyonê de MHP jî tevlî niqaşa di navbera HDPyî û AKPyîyan de bû tansiyona civînê derket qada herî rajor.
Di hevdîtinên Komisyona Plana Butçeyê ya li Parlamentoya Tirkiyê de bûtçeya Wezareta Tendûristiyê hat nirxandin. Di serdema berdewamiya civînê de parlamenterên opozîsyonê pirsa nedayîna xizmeta tendûrisyê ya li Cizir û herêmên din yên Kurdan kirin.
Herwiha parlamenteran xwest îdiaya ku “ambûlans bo birîndaran nehatiye şandin” jî bê zelal kirin. Di vê navbera ku pirs dihatin pirsîn di navbera Serokê Komîsyonê Sûreyya Sadî Bîlgîç û parlamentrên opozîsyonê de minaqeşe derket. Li ser vê yekê Bîlgîç mafê axaftinê da Musa Çam.
Parlamenterê CHP yê İzmîrê û Endamê Komîsyona Plansaziya Bûtçeyê Musa Çam got: “Li Cizirê bûyer diqewimin. Ew herêmên ku lê operasyon tên pêk anîn çima xizmeta tendûristiyê û ya ambûlansê bo birîndaran nayê dayîn?”
Wezîrê Tendûristiyê Mehmet Mûezzînoglu di bersiva xwe de ragihand ku heta niha 29 ambûlans hatine gulebaran kirin û şewitandin: “Divê hûn jî texdîr bikin ku li wê herêmê, rê hatine mayin kirin û teqîna çekan ranaweste. Herwiha endamê komên tendûristiyê jî di hedefa wan dene.”
Dema ku dora axaftinê hate parlamenterê MHPê Mehmet Gunal pirtûka di destê xwe de evêt û bi parlamenterê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim re dest bi nîqaşê kir. Divê navê de gilî û gazinên xwe yên derbarê parlemterên AKPyî de jî anî ziman: “Ev çiye, her roj diaxivin dengê yekî ji we dernakeve. Em li vir bûtçeyê diaxivin. Her roj di ber gûhê me de heman tiştî dibêjin”
Grrbûna nîqaşê ku rê li ber şer û pevçûnê vekir, bi navberkariya parlamenterên din rawestiya. Her wiha li aliyên din jî nebûna jinan a di nava kadroyên Wezareta Tendûrisytiyê de bû mijara nîqaşeke din. Di vê derbarê de parlamenterên opzîsyonê digel rexneya hemcinsî wezareta tendûristiyê sucdar kirin ku bi tenê xizmetê ji bo mêran dide.