Tunç: Daxwaza me ye sereke rawestandina şer e

Li Stenbolê Înîsiyatifên Aştiyê, çalakiyek bi navê ‘Ji bo Hemû Kesê, Aştî‘ kirin. Gelek rewşenbir beşdarê vê çalakiyê bûn.

Gonul Gun / K24 - Stenbol

Li Stenbolê Înîsiyatifên Aştiyê, çalakiyek bi navê ‘Ji bo Hemû Kesê, Aştî‘ kirin. Gelek rewşenbir beşdarê vê çalakiyê bûn. Daxwaza çalakvanan, aştî û welatekî demokratîk bû.

Înîsiyatîfên Aştiyê, doh li Navenda Çand a Şîşliya Stenbolê, çalakiya xwe ya yekemîn ya bi navê “Ji bo Hemû Kesî Aştî“saz kirin. Gelek akademîsyên, hunermend, wêjevan, rojnameger beşdarî vê çalakiyê bûn. Şerê li Bakurî Kurdistanê wek mijara sereke derkete pêş.

Hunermend Ferhat Tunç diyar kir ku mijara aştiyê gelek girîng e û divê axaftin li ser vena were kirin: “Di vê pêvajoyê de, daxwaza me ye sereke sekinandina şer e. Bi ya min heke şer bisekine, em ê li ser gelek tiştan biaxifin.“

Di çalakiyê de, hinek akademisyên jî axifîn. Yek jî van akademîsyenan Begum Başdaş bû. Başdaş, dest nîşan kir ku ew îro ji bo aştiyê li vir in: “Ev qas înîsiyatîf û kes niha li vir, li ba hev in. Ev tecrube gelek bi qîmet e. Ev yek hêvî û baweriyên me yên aştiyê geş dike.“

Akademîsyen Muzaffer kaya jî diyar kir ku pirsa Kurdan, divê bi çarçovaya demokrasî û edeletê de were gotûbêj kirin: “Eger di holê de şer hebe, ev tê wê wateyê ku pirsgirêkên dirokî yên demokrasî û edeletê wê derdikevin pêş. Em hemû kes jî dizanin ku li Tirkiyê pirsgirêk hene û divê bên çareser kirin.“

Piştî şer û operasyonên li Bakurê Kurdistanê, di civaka Tirkiyeyê de, îradeyek, bi navê Înîsiyatîfên Aştiyê derket holê.